Trump budçeya parastinê îmze kir: Cezayên ser Sûriyê bi fermî rabûn

Dîroka Weşanê :
Trump budçeya parastinê îmze kir: Cezayên ser Sûriyê bi fermî rabûn

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump projeyasaya budçeya darayî ya Wezareta Berevaniyê ya 2026an îmze kir ku yek ji xalên wê betalkirina Yasaya Qeyser (Cesar) a li ser Sûriyeyê bû.

Hêjayî gotinê ye, Yasaya Qeyser ji sala 2019an ve li ser Sûriyeyê hatibû spandin.

11ê Kanûnê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi erêkirina 112 dengan ji nav 312 dengan, pêşnûmeya budçeya Wezareta Parastinê ya sala darayî ya 2026an pejirandibû. Yek ji bendên pêşnûmeyê jî betalkirina Qanûna Qeyser e.

Berî 2 rojan Senatoya Amerîkayê bi piraniya dengan dengê erênî da nivîsara dawî ya heman qanûna budçeyê.

Projeyasa ji bo îmzekirinê, ji Trump re hatibû şandin û îro jî li Koşka Spî hate îmzekirin û kete meriyetê. Bi vî awayê cezayên ser Sûriyê jî bi fermî hatin rakirin.