Trump, „Îran 40 salan de tenê zordarî û teror ava kiriye“

Trump, „Îran 40 salan de tenê zordarî û teror ava kiriye“

Peyamakurd- Serokê DYA Donal Trump, derbareya 40 saliya damezrandina komara Îslamî li Îranê daxwiyaniyek belav kir, ku tê de dibêje; „Rejîma Îranê ku 40min sala damezrandina Komara Îslamî pîroz dike, divê bizanibe ku wan di maweya 40 salan de tenê zordarî û teror ava kirine.“

Di heman daxwiyaniyê de Trump destnîşan kir, ku rejîma Îrânê di 40 salan de serketin bidest nexistiye û mafê gelê Îranê heye ku bibe xudan paşerojekî geş û xweştir.

Herweha Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Sipî John Bolton jî bal kişan ser rastiya Îranê û got, „Îran gelê xwe û welatên li dewr û berê xwe terorîze dikê jibona ku çavê hemu mirovên ser dinyayê bitirsîne hêjî hewla dide ku çekên nukleer bidest bixwe.“

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin