PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyameke pir tund da Komara Îslamî ya Îranê û got, heke Tehran gefan li dijî wî bixwe, artêşa Amerîkayê amade ye di nava salekê de hemû navçeyên Îranê bi temamî wêran bike.
Trump ragihand ku niha berê 1000 moşekên Amerîkayê li Îranê ne û di asta herî bilind a amadebaşiyê de hatine rawestandin.
Herwiha got ku bi hezaran moşekên din jî ji bo "êrîşa destpêkê" hatine amade kirin, heke hikûmeta Îranê hewl bide fermanên sûîqesta wî bi cih bîne.
Ev daxuyaniya giran piştî wê yekê hat ku Trump hefteya borî bidawîbûna agirbestê ragihand û di çarçoveya operasyoneke asmanî ya du-rojî de ku berpirsên Amerîkayê navê wê wekî "Operation Bitch Slap" binav kirine, nêzîkî 170 armancên Îranî hatine lêdan daku Tehran neçarî paşdegavan bibe.