PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronothê ragihand ku daxuyaniyên tund ên Donald Trump ên derbarê bernameya nukleerî û mûşekî ya Tehranê de, wekî "çiraya kesk" ji bo plana leşkerî ya Îsraîlê têne hesibandin.
Trump hişyarî da ku heke Îran çekdarkirina xwe bidomîne, Amerîka dê neçar bibe midaxele bike û lê bide.
Li gorî analîzên leşkerî, niha fikarên sereke yên Tel Avîvê li ser mûşekên dûr-menzîl ên Îranê ne ku bi piştgiriya Çînê têne amadekirin. Piştî tetbîqatên dawî yên Îranê, li Îsraîlê nîqaşeke germ li ser vê pirsê heye: "Gelo Îsraîl dê êrîşeke pêşwext bibe ser Îranê, an dê li bendê bimîne ku Îran pêşî biteqîne?" Piştgiriya Trump rê dide Îsraîlê ku di vê mijarê de gavên tundtir bavêje.