PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger heta roja Çarşemê bi Îranê re peymaneke demdirêj neyê îmzekirin, ew ê agirbestê bi dawî bikin û dest bi operasyonên leşkerî bikin.
Trump li balafira Air Force One ji rojnamevanan re axivî û got ku dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê dê bimîne û wiha pê de çû: "Eger peyman çênebe, mixabin divê em careke din dest bi avêtina bombeyan bikin."
Herwiha Trump anî ziman ku nûçeyên baş ji Rojhilata Navîn gihîştine wî û ew bawer dike ku pêvajoya dîplomasiyê ber bi encameke "mentiqî" ve diçe.