PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku peymana di navbera Amerîka û Îranê de dê îro li paytextê Pakistanê Îslamabadê were îmzekirin.
Trump NYTê re axivî û eşkere kir ku Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance û şandeya pê re ber bi Pakistanê ve bi rê ketine.
Trump diyar kir ku eger pêşketin çêbibe ew amade ye bi lîderên Îranê re jî bicive û got: "Hevdîtin pêwîst in, ez bawer nakim di vê qonaxê de kes lîstikan bike."
Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Îranê îdîayên li ser civîna duyemîn a bi Amerîkayê re red kir.
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku heta Amerîka dorpêça li ser Tengava Hurmizê raneke, ew beşdarî muzakereyan nabin.