PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber krîza enerjiyê ya ku ji ber girtina Tengava Hurmizê derketiye, peyameke tund da welatên hevalbend. Trump ji wan welatên ku bi kêmasiya sotemeniyê re rû bi rû mane daxwaz kir ku "çareseriyên xwe bixwe hilberînin."
Trump di daxuyaniya xwe de bi taybetî Brîtanya hedef girt û rexne li Londonê girt ku di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de cih negirtiye. Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê diyar kir ku welatên hewcedarî sotemeniya balafiran (jet fuel) in, du rêyên wan hene: An dê ji Amerîkayê bikirin, an jî dê rasterast herin Tengava Hurmuzê û "çavkaniyên xwe bi xwe dabîn bikin."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku divê hevalbendên Amerîkayê di warê leşkerî û aborî de bêtir berpirsiyariyê hildin ser milê xwe. Trump got:
Amerîka êdî her gav nabe alîkar. Me Îran bi giranî qels kiriye û beşa dijwar a şer bi dawî bûye. Niha dor ya we ye, herin petrola xwe bixwe bistînin.”
Ev daxuyaniyên Trump nîşan didin ku di navbera Washington û paytextên Ewropayê de di mijara polîtîkayên Îranê û dabeşkirina barê şer de şikestinek kûr çêbûye. Di dema ku hevalbendên Amerîkayê ji ber buhabûna sotemeniyê û xetereyên şer dinalin, Trump bi vê helwesta xwe peyamê dide ku "serdema parastina bêberamber" bi dawî bûye.
Ev krîza dîplomatîk di demekê de gur dibe ku trafîka deryayî li Tengava Hurmuzê hîn jî di bin metirsiyê de ye û bazarên enerjiyê yên cîhanî di nav nearamiyeke mezin de ne.