PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku gotubêjên bi Talîbanê re car din destpê kirine.
Serokê Amerka Donald Trump duh Pêncşemê bi awayekî surprîzî serdana Afganistanê kiribû û Roja Spasdariya leşkerên amerîkî yên li wî welatî pîroz kiribû.
Trump pir caran soza vekişandina hêzên Amerîkî ji Afganistanê dabû û seredana wî di demekê de ye ku şerê di navbera hikûmeta Afganî û rêxistina tundrê Talîbanê xetimiye, bê ku ti alî serketî bin û bigihîje encamekê.
Trump di dema bangeşeya xwe ya hilbijartinên 2016an de soz dabû ku dawî li şerê Afganistanê were.
Hêjayî gotinê ye ku nêzîkî 15 hezar leşkerên Amerîkî û yên NATOyêli Afganistanê hene û piştgiriya hikûmeta Afganistanê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin