PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" peyameke belav kir û ragihand ku bi rêya danûstandinan li ser piraniya xalên peymana bi Îranê re lihevhatin çêbûye.
Trump diyar kir ku ew niha li Ofîsa Hêlkeyî ya Koşka Spî ye û peyman gihîştiye qonaxa dawî ku niha tenê li benda erêkirina fermî ya di navbera Amerîka, Komara Îslamî ya Îranê û welatên herêmê de ye.
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku hûrgiliyên vê rêkeftina mezin a dîrokî dê di demeke nêzîk de ji bo raya giştî werin aşkerekirin.
Trump got, herçiqas astengiyên mezin hebûn jî, wekî beşek ji xalên serekî yên peymanê dê Tengava Hurmizê di nêz de bi temamî were vekirin.