PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Iraqê Îrfan Siddiq, bi amadebûna Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê civiyan.
Hate ragihandin ku di civînê de rewşa siyasî ya welêt û pêşxistina pêwendiyên piralî hatin gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê û kêşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Her du aliyan ji bo parastina serwerî û aramiya welêt tekezî li ser girîngiya hevahengiya hêzên siyasî û domandina diyaloga destûrî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Beşeke girîng civînê li ser geşedanên herî dawî yên herêmê bû, ku tê de Barzanî û Siddiq dilxweşiya xwe ji ber ragihandina peymana aştiyê ya di navbera Washington û Tehranê de anîn ziman. Her du aliyan piştgiriya xwe ji bo vê rêkeftina dîrokî diyar kirin û hêvî xwestin ku ev pêngav bibe destpêka aştiyeke mayînde li herêmê, daku hemû nakokî û alozî li şûna şer, bi rêyên aştiyane û dîplomatîk werin çareserkirin.