Ukrayna: Pergalên Patriotê, siyana lêdanê zêde dikin

Ukrayna: Pergalên Patriotê, siyana lêdanê zêde dikin

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksiy Reznikov ragihand ku pergalên parastina asîmanî yên Patriot ên ku ji aliyê Almanya, Holland û Amerîkayê ve ji Ukraynayê re tên şandin, şiyana lêdana hedefeke balîstîk, zêde dike.

Oleksiy Reznikov, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku ji bo parastina Ukraynayê, pergalên parastina asîmanî û moşekan girîng in.

Reznikov da zanîn ku di zûtirîn demê de bidestxistina pergalên parastina asîmanî û moşekî yên pir-astî yek ji wan karên sereke ye û got,

"Ev tê wateya parastina bajaran, binesaziya xeternak û gelê me. Pergalên parastinê yên IRIS-T yên Almanyayê jî şiyana wê ya şerkirina moşekan zêde dike û IRIS-T wekî NASAMSê xwe bi temamî îspat kiriye. Lewra pêdiviya me, bi pergalên parastina asîmanî yên bi rêk û pêk heye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin