Ukraynayê bîlançoya dawî ya êrîşên Rûsî eşkere kir

Ukraynayê bîlançoya dawî ya êrîşên Rûsî eşkere kir

PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di encama êrîşên herî dawî yên Rûsyayê yên li ser axa Ukraynayê de, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 33 kes jî birîndar bûne.

Zelenskî li ser hesabê xwe yê medya civakî de diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi bombeyên rênîşander herêmeke niştecîhbûnê ya li bajarê Sûmî kiriye armanc.

Serokê Ukraynayê da zanîn ku li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û got: "Dibe ku di bin kavilên avahiyekê de hin mirov mabibin. Mixabin heta niha, ku yek jê zarok e, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye. 6 jê zarok, 27 kes jî birîndar bûne ku birîna gelek ji wan giran e."

Zelenskî herwiha bibîr xist ku Rûsyayê êrîşî bajarê Zaporîjyayê jî kiriye û di encama êrîşa bi dronan de 2 kes hatine kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.