PeyamaKurd - Hêzên Parastinê û Saziya Ewlehiyê ya Ukraynayê (SBU) li navçeyên cuda yên Rûsyayê operasyonên nû pêk anîn û du tesîsên stratejîk ên leşkerî û aborî yên vî welatî kirin armanc.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokê Ukraynayê Volodymir Zelenskiy, yekîneyên wan ên tîmên taybet di encama êrîşeke serkeftî de li binkeya esmanî ya Engels-2 a li nêzî bajarê Saratovê firokeyeke stratejîk a şer a ji cureya Tu-95MS ku di êrîşên li ser Ukraynayê de dihat bikaranîn têkşikandin.
Di heman demê de hat ragihandin ku êrîşeke din a dronan li ser parzûngeha neftê ya pêncermîn a herî mezin a Rûsyayê Slavneft-YANOSê ya li herêma Yaroslavlê pêk hatiye û li tesîsê agir derketiye.
Zelenskyy bal kişand ser ku parzûngeha Yaroslavlê nêzîkî 1,000 kîlometre ji xeta eniya şer dûr e û got ku ev çalakî bersiveke rasterast e ji bo êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya Ukraynayê. Rayedarên Ukraynî diyar kirin ku operasyonên bi vî rengî yên li ser binesaziya aborî û leşkerî ya Rûsyayê dê bê navber berdewam bikin.