Ukraynayê, li ser peymana dexil û dan bangek kir

Ukraynayê, li ser peymana dexil û dan bangek kir

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve li ser peymana dexil û dan a navbera Ukrayna û Rusyayê, bang li rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin.

Banga ji bo peymana dexil û dan, ji aliyê Alîkarê Wezîrê Binesaziya Ukraynayê Yuriy Vaskov ve hat kirin. Di bangê de ji rayedarên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî ku ev peyman di bin çavdêriya wan de tê rêvebirin, hat xwestin ku peyman were berfirehkirin û dema wê jî were dirêjkirin.

Vaskov, di banga xwe de diyar kir ku Ukrayna pêşniyaz dike da ku peyman ji bo saleke din jî were dirêjkirin û ev yek bênderên li Mikolayivê jî di nav xwe de bihundirîne ku ev bênder ji %35ê hinardeya Ukraynayê pêk tînin.

Ji bo ku peymana dexil û dan bi rêyên dîplomatîk were nûkirin, di 11ê Mijdarê de dê li paytexta Swîsreyê ya Cenevê, di navbera aliyan de hevdîtin were kirin û hat zanîn ku ev bang jî di vê çarçoveyê de hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin