PeyamaKurd - Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku wê vîrûsa korona li welatên hejar encamên pir xirab derxe holê ku dibe di nava 6 mehan de, her roj 6 hezar zarok bimirin.
Herwiha Zanîngeha Amerîkî Johns Hopkîns jî di lêkolînekê de diyar dike ku li 118 welatan, di nava 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5 salîne bimirin.
Di daxuyaniya UNICEFê de hatiye gotin, “Di 6 mehên bê de, ji ber dermankirina kêm a berî û piştî zayînê, dibe ku 56 hezar û 700 jin jî bimirin. Di rewşa heyî de, di nîv salê de 144 hezar jin ji ber van pirsgirêkan dimirin.”
Dêvebera UNICEFê Henrîetta Fore jî dibêje, “Divê destûr neyê dayîn ku jin û zarok bibin qurbana têkoşîna li dijî vîrûsê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin