PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Amerîka James David Vance, li Budapeşteyê ligel Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist û derbarê şerê bi Îranê re peyamên girîng dan.
Vance destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê li Îranê bi piranî gihîştiye armancên xwe yên leşkerî û diyar kir ku ew li benda bersiva Tehranê ne û got: "Em piştrast in ku heta saet 20.00an (bi dema Washingtonê) Îran wê bersiveke erênî yan neyînî bide. Serok Trump ji bo muzakereyan 12 saet dem diyar kiriye; em hêvî dikin ku ew bersiva rast bidin, nexwe dê rewşa wan a aborî xerabtir bibe."
Di berdewamiya civînê de, Vance û Orban bal kişandin ser hevkariya stratejîk a navbera Washington û Budapeşteyê. Vance, Viktor Orban wekî "dostê nêzîk ê Trump" û "parêzvanê şaristaniya Rojava" bi nav kir.
Herduyan rexne li polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê (Brûksel) girtin û helwesta wan a li ser enerjiyê wekî "şewat" bi nav kirin. Vance diyar kir ku dûrketina Ewropayê ji çavkaniyên enerjiyê yên Rojhilat (Rûsya) herêm xistiye nav krîzeke kûr û destnîşan kir ku parastina nirxên malbatê û ewlehiya enerjiyê di serê karên wan de ne.