Vê carê mêvanên zîrweyê hene: Fransa û Almanya

Vê carê mêvanên zîrweyê hene: Fransa û Almanya

PeyamaKurd- Rûsya û Tirkiye xwe amade dikin da li ser dahatûya Sûriyê, zîrwe ya çar qolî çêbikin. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bo amadekariya zîrwe ya ku dê Fransa û Almanya jî tevli bibin, seredana Tirkiyê dike.

Seredana Sergey Lavrov îro destpêdike û dê 2 roj dewam bike. Wê bi hemkarê xwe bi Mevlut Çavuşoğlu re li ser zîrweyê xebatê bike. Beyan ji aliyê wezareta karên derve yê Rûsya de hat kirin. Wezaret ragihand ku wê zîrwe di demeka nêz de bêkirin. Serokê Tirkiyê Erdoğan, berê gotibû ku dê zîrwe di 7 ê êlûnê de bêkirin.

Wê Lavrov roja sêşemê di konferansa balyozan de axaftinekî bike. Pêncşema borî wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihandibû ku dê Lavrov li Ankara bi mijara Sûriyê re dê behsa Ûkrayna, Kafkasya û pêşdeçûnên Behra Reş bike û behsa projeyên Turk Akım û Akkuyu bike.

Di hevdîtinên Ankara de, bi taybetî li ser mijara Îdlîbê wê bê rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin