PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê von der Leyen, di 30-31ê Tebaxê de diçe Grönlandê û dê li wê derê bi serokwezîrên Danimarka, Grönland û Giravên Faroe ê re hevdîtinê bike û belavoka YE –Grönlandê îmza bike.
Berdevka Komîsyona YEyê Paula Pinho, di civîna çapemeniya rojane de, behsa bernama Leyen ya di hefta pêşiya me de kir û agahiyan da.
Pinho, ragihand ku dê, von der Leyen di 30-31ê Tebaxê de, dê li Grönlandê pêwendiyan deyne, li wê derê bi serokwezîrê Grönlandê bi Jens-Frederik Nielsen re, bi serokwezîrê Danimarka Mette Frederiksen re û bi serokwezîrê Giravên Faroe re bi Beinir Johannesen re hevdîtinan bike.
Pinho ragihand ku wê di çarçova seredanê de, von der Leyen belavoka YE-Grönlandê îmza bike û van têkiliyan nîşan didin ku Ewrûpa çendîn girîngiyê dide ewlehî û hevkariya herêma Arktikê.
Pinho, her weha agahiyê da ku wê bi von der Leyen re, endamê ji têkiliyên hevkarên navdewletî yê YEyê berpirs Jozef Sikela û şêwirmendê taybet yê YEyê yê ji herêma Arktikê berpirs Jyrki Katainen herin Grönlandê.
Herêma otonom ya Grönlandê ku girêdayê Danimarka ye, demekiye di navbera YE û DYA de bi taybetî ji aliyê Trump de bûye pirsgirêk ku dixwaze herêmê kontrol bike. Trump dixwaze Grönlandê bikire û Danîmarka bi endamên YE reli dijî pêşniyara Trump dertê.