PeyamaKurd - Serokê Serbistanê Aleksandar Vucic roja Yekşemê sibehê ragihand ku teqemenî li nêzîkî boriyeke ku gazê digihîne Sirbistan û Macaristanê hatine dîtin.
Vucic diyar kir ku du pakêtên mezin ên teqemeniyan bi detonatoran di çenteyan de "çend sed metre dûrî boriya gazê" li Kanjiza li bakurê welêt hatine dîtin.
Borîya BalkanStream dirêjkirina boriya TurkStream e û gaza Rûsyayê digihîne hem Sirbistan û hem jî Macaristanê.
Vucic got ku wî Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban "li ser encamên destpêkê yên lêpirsîna ku ji hêla rayedarên leşkerî û polîs ên me ve di derbarê gefên li ser binesaziya gazê ya krîtîk de hatî kirin" agahdar kiriye.
Orban piştrast kir ku her du rêber axivîne û ragihand ku wî roja Yekşemê piştî nîvro li Macaristanê "konseyeke parastinê ya awarte" li dar xistiye.