PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa Sûdanî ragihand ku ew amade ne ku hewcedariya Komara Çek ya petrola xav bi cih bînin.
Şîa Sûdanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li Pragê bi Serokwezîrê Çekyayê Petr Fiala re hevdîtin kir. Di encama hevdîtinan de di navbera her du welatan de di warên enerjî, bazirganî, pîşesazî û parastinê de peymanên girîng ên hevkariyê û peymanên lihevkirinê hatin îmzekirin.
Sûdanî spasiya Komara Çekê kir ku di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya Iraqê dike û wiha got, "Ji bo xurtkirina hevkariyê di navbera me de gelek derfet hene. Me soza xurtkirina komîteya hevkariya aborî ya di navbera wezaretên pîşesazî yên Iraq û Çekyayê de dubare kir. Ji bo afirandina derfetên nû di warên bazirganî, veberhênan, enerjî û pîşesaziyê de pêşniyar tên amadekirin."
Sûdanî diyar kir ku welatê wî amade ye hewcedariyên Komara Çekê ji petrola xam bi cih bîne û ragihand ku di vî warî de peymaneke fermî hat îmzekirin. Serokwezîrê Çekyayê Fiala jî tekez kir ku ev rêkeftina hinartina petrolê ji Iraqê ji bo wan girîngiyeke mezin e.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku kompanyayên Çek plana veberhênana li ser projeyên petrokîmyayî û bendavan li Iraqê dikin û herwiha li Iraqê jî li kana lîtiumê lêkolînê dikin.
Di hevdîtinan de mijareke din a girîng jî hevkariya leşkerî bû. Sûdanî diyar kir ku li ser hevkariya ewlehiyê lihevkirinek hat îmzekirin û ji bo tamîrkirina alavên leşkerî yên Çekyayê peyman hat îmzekirin. Herwiha diyar kir ku pêwîstiya Iraqê bi hin çek û sîstemên berevaniyê ji bo aliyê Çek hatiye ragihandin.
Di vê serdanê de bi giştî peymanek û 5 peymanên lihevtêgihiştinê ji aliyê heyetên hikûmetê yên her du welatan ve hatin îmzekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin