Wê ji sûcê serhildanê bê darizandin

Wê ji sûcê serhildanê bê darizandin

PeyamaKurd- Li welatê Îspanyayê, li herêma Katalanyayê cîgirê serok û wezîrên ku alîkarî dabûn referandûma serxwebûnê ya Katalanyayê, serdozgerê dewletê bo wan di navbera 17 sal û 25 salan de ceza dixwaze. Serdozger sûcê wan ‘serhildan’ û ‘bikaranîna malê xelkê di rêya xerab de’ tewan dike.

Cîgirê serokê Katalanyayê Oriol Junqueras dê bo 25 salan bê darizandin. 8 kesên dinê ku di nava wan de wezîrên berê jî hene, wê bo cezayê 17 salan bên darizandin. Kesên navborî hemû niha di zîndanê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin