PeyamaKurd – Wezîrê nû yê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku piştî merasîma sondxwarina Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden dest bi kar dike, derbarê Tirkiyê û S-400ên rûsî de daxuyanî da.
Blinken Tirkiye wekî hevalbend û şirîka qaşo bi nav kir û got: “Pêwîst bike em ê dorpêçên zêdetir bi ser Tirkiyê de bisepînin.”
Antony Blinken li Kongreya Amerîkayê gotarek pêşkeş kir û bal kişand ser cezayên CAATSA yên bi ser Tirkiyê de hatine sepandin û diyar kir: “Nayê qebûlkirin ku qaşo hevalbenda me ya stratejîk, bi yek ji mezintirîn reqîbê me yê stratejîk Rûsyayê re li ser heman xetê be.”
Blinken got: “Divê em binêrin bê cezayên heyî çiqas bandorê dikin û piştre em ê biryara xwe bidin bê cezayên nû ji bo Tirkiyê pêwîst dike yan na.”
Blinken da zanîn ku Tirkiyê li gorî pîvanên hevalbendiyê tevnagere.
Amerîkayê ji ber kirîna sîstemên parastina asmanî yên rûsî S-400an di çarçoveya yasaya CAATSA de, Serokê Pîşesaziya Bergiriyê li Wezareta Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demir û 3 kesên din xistibûn lîsteya dorpêçan.
Beriya wê jî Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an hatibû derxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin