Wezîrê Rusyayê Lavrov, çû serdana Venezuelayê

Wezîrê Rusyayê Lavrov, çû serdana Venezuelayê

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ku di çarçoveya gera xwe ya Amerîkaya Latîn de serdana Venezuelayê kiribû, ji aliyê Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, hevdîtina ku şandên herdu welatan tê de amade bûn, li Koşka Serokomariyê Miraflores ku Maduro mazûvaniya wê dikir pêk hat.

Maduro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, dîmenên hevdîtina xwe ya bi Lavrov re parve kir û wiha got:

"Me bi Wezîrê Karên Derve yê Federasyona Rusyayê Sergey Lavrov re hevdîtineke xweş pêk hanî û di vê hevdîtinê de têkiliyên me yên dualî û nexşerêya hevkariyên hevpar ên di warên cuda de ji bo geşepêdana welatên me xurt bûn.”

Maduro, roja borî di bernameya bi sernavê "Bi Maduro re bêhtir" gotibû ku ew ê li ser hevkariya Rusya û Venezuelayê gotûbêj bikin û hebûna Rusyayê li Amerîkaya Latîn û Karayipê, ji bo berjewendiya herêmê ye.

Lavrov jî di destpêka serdana xwe ya Venezuelayê de bi hevtayê xwe Yvan Gil û Cîgirê Serokê Venezuelayê Delcy Rodriguez re civiya.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rusyayê de hat ragihandin ku Lavrov dê di navbera 17 û 21ê Nîsanê de bi serdaneke fermî li Brezîlya, Venezuela, Nikaragua û Kubayê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin