Wezîrên Amerîka, Misir, Mexrîb û Behreynê di Lutkeya Necefê ya Îsraîlê de hatin ba hev

Wezîrên Amerîka, Misir, Mexrîb û Behreynê di Lutkeya Necefê ya Îsraîlê de hatin ba hev

PeyamaKurd – Di çarçoveya lutkeya Necefê ya li Îsraîlê hat lidarxistin de, wezîrên derve yên Îsraîl, Amerîka, Misir, Mexrîb û Behreynê hatin ba hev.

Wezareta Derve ya Îsraîlê derbarê lutkeyê de daxuyaniyek belav kir û tê de got, di lutkeya li niştîngeha Sde Boker a Çola Necefê tê lidarxistin de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid û hempîşeyên wî yên Amerîka Antony Blinken, yê Misirê Samih Şukri, yê Îmarata Erebî Abdullah bin Zayid, yê Mexrîbê Nasir Burita û Wezîrê Derve yê Behreynê Abdullatif bin Raşid el-Zayanî beşdarî dikin.

Herwiha hat ragihandin ku di lutkeyê de di serî de mijara peymana nukleerî ya ligel Îranê, şerê Rûsya-Ukrayna, mijara Îsraîl-Filîstînê û mijarên li ser asayîkirina pêwendiyên welatên ereb bi Îsraîlê re têne gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku wê piştî hevdîtinên dualî her 6 wezîr civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin