PeyamaKurd - Li gor Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir, vîrusa Korona hîn negihiştiye asta xwe ya herî bilind.
Ghebreyesus ragihand, di dawîya hefteyê de 400,000 pêketîyên nû yên vîrusa Korona hatin tespît kirin û got, hejmara mirinan rojane di navbera 5000 û 6000 diguhere.
WHO dide zanîn ku ji ber zêdebûna testan û berevanîyên nû yên li dijî vîrusa Korona, hejmara pêketîyan bilind dibe û ya mirîyan jî wek xwe dimîne.
Herwiha rayedarekî din ê WHO Mike Ryan bal kişand, ku di meha Hezîranê de hejmara pêketîyan zêde bûye û hîn ji wan pir mirin çênebûye.
Ryan dîyar kir, dibe ku di rojên pêş de hejmara mirinên ji vîrusa Korona pir zêde bibe.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê ji 11,7 mîlyon kesan zêdetir bi vîrusa Korona ketine û 542,310 kesan jî bi wê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin