PeyamaKurd- Serokê Dewleta Kenyayê ragihand ku ji ber biryara zêdekirina bacê, ew ê destûrê nedin xwepêşandanên alîgirên opozîsyonê ku bibin sedema aloziyan.
Serokê Kenyayê William Ruto ragihand ku ew ê rê nedin xwepêşandanên nû yên li dijî biryara zêdekirina bacê yên opozîsyonê.
Ruto diyar kir ku xwepêşandana ku opozîsyonê plan kiriye ku roja çarşemê li dar bixe, dê pêk neyê û ew ê destûrê nedin.
Ruto bi bîr xist ku hilbijartin di tebaxa sala borî de bi dawî bû û got ku "Hûn nikarin bi xwîna welatiyan û xisarkirina mal û milkên wan hêvî bikin ku rêbertiya welêt bi dest bixin."
Serokê hevpeymaniya opozîsyonê Azimio Raila Odinga jî ragihandibû ku ew ê ji roja çarşemê û pê ve dest bi xwepêşandanên nû bikin.
Li Kenyayê di xwepêşandanên vê hefteyê yên li gelek bajaran de ku bi taybetî li paytext Nairobi û Mombasayê hatibûn kirin, 10 kesan can dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin