PeyamaKurd - Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Îranê Elî Ebdullahî peyameke tund a gefxwarinê ji bo Amerîkayê belav kir û ragihand ku dê bersiveke wan a wêranker ji bo êrîşên Washingtonê hebe.
Ebdullahî destnîşan kir ku şerê vê carê yê di navbera her du welatan de dê berdêleke pir girantir ji bo Amerîkayê bîne û hişyarî da ku divê ew agahdar bin ku dijmin piştî têkçûnên serbazî yên li pey hev, dilê xwe bi derxistina nakokiyan a di navbera xelk û berpirsan de xweş kiriye.
Fermandarê Îranî bal kişand ser girîngiya parastina yekgirtina hêzên çekdar û got ku bi rêbertiya Rêberê Olî Mucteba Xamineyî, ew amade ne bi hemû şiyana xwe ya leşkerî parastina axa welatê xwe bikin.