PeyamaKurd – Li Belûcistan a Pakistânê di galeriya madena komirê de ji ber xazê 11 kes jiyana xwe ji dest dan. Ragihandin ji aliyê mufettîşê bajarê Kettayê Abdulxenî Baloch de hat kirin û got ku lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Baloch ragihand ku 11 kes ji ber xazê fetisîne, temamê cenazeyan ji galeriyê derxistine û ji bo cenazeyan bi balafirê bişînin amadekariyê dikin.
Di Adara borî de jî di galerîkî din de teqîn bûbû û 12 kes miribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin