Xebatkarê edliyê yê wendayî hat dîtin lê bi mirîtî

Dîroka Weşanê :
Xebatkarê edliyê yê wendayî hat dîtin lê bi mirîtî

PeyamaKurd – Li bajarê Zonguldakê li navça Alaplı xebatkarê edliyê Mustafa Uçar (31) dema ji malê dertê, dibêje ku dê here nêçîrê. Lê piştî demekî di nav daristanê de mirî tê dîtin lê bi tivingê lê xistine.

Piştî otopsiya Mustafa Uçar bêkirin, wê sedema mirina wî diyar bibe lê li ser îhtîmala ku xwe kuştibe radiwestin.

Uçar, do ber destê êvarê ji malê derketibû û bi sedema danegeriya malê, tîmên AFADê, UMKE, cendirmeyan û welatiyên xwe bexş, derketin da lê bigerin.

Ji 100 kesan zêdetir lêgerîner derketin gerê, kamerayên termal û seyên pispor bi xwe re birin geryana li Mustafa Uçar. 30 seet bû ku jê xeberê nedistandin. Cesedê wî 300 metre dûrê gundê Sindelli hat dîtin.

Li ser îhtîmala ku Uçar bi tivingê li xwe xistibe radiwestin. Lê her tişt wê piştî otopsiyê aşkera bibe.