Xelatgirê Nobelê bi 10 sal cezayê girtîgehê hat sizadan

Xelatgirê Nobelê bi 10 sal cezayê girtîgehê hat sizadan

PeyamaKurd – Parêzvanê Mafên Mirovan û Xelatgirê Nobela Aştiyê yê Belarûsî Ales Bialiatski, ji aliyê dadgeheke paytexta Belarûs Minskê ve bi 10 sal girtîgehê hat sizadan.

Dadgehê digel Bialiatski 3 kesên din jî bi hinceta piştevaniya protestoyên li dijî hikûmetê bi cezayên  9, 7 û 8 salan ceza kir.

Piştî biryara dadgehê rêxistinên mafên mirovan û lîderê opozîsyona Belarûsê yê sirgunê Svetlana Tikhanovskaya, biryara dadgehê şermezar kirin û wekî biryareke ‘rûreşê û ne adil’ bi nav kirin.

Welatê Belarûsê di şerê Ukraynayê de jî piştevanê herî girîng û xurt ê Rûsyayê ye û bi rejîmeke otorîter tê birêvebirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin