YE: Ji bo alîkariya welatan pêdivî bi ‘Plana Marshall’ heye

YE: Ji bo alîkariya welatan pêdivî bi ‘Plana Marshall’ heye

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, derbarê pandemîya vîrusa korona na Covid-19 de ragihand ku ji bo alîkariya welatên ewropî pêdivî bi Planeke wekê ya Marshall heye.

Ursula von der leyen di nivîsara xwe ya Rojnameya Welt de, got ku Ewropa rûbirûyî dijminekî nedîtî û krîzeke neçaverêkirî bû ye û diyar kir, ji bo ji vê qeyranê derkevin pêdîvî bi pereyên zêdetir û taybet ji bo Ewropayê jî pêdivî bi Plana Marshall heye.

Plana Marshall çi ye?

Plana  Marshall piştî Şerê Duyem ê Cîhanê pakêteke aborî ya ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pêşniyazkirin e ku di salên 1948 û 1951ê de ketiye pratîkê û 16 welatan jê sûd wergirtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin