YE pêwendiyên xwe bi Sûriyê re normal dike û dadgere ser peymana 1977an

YE pêwendiyên xwe bi Sûriyê re normal dike û dadgere ser peymana 1977an

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewrûpayê di sala 2011an peymana navbera xwe û Şamê ya Hevkariya YE-Sûriyê dabû rawestandin lê car din biryarê da ku peymanê birêve bibin.

Peymana navbera Şam û YE yê di sala 1977an de hatibû îmzakirin lê di sala 2011an de bi sedema Beşar Esad îhlala mafên mirovan dike, peymanê dabû rawestandin.

Peyman, ne bi temamî dê bicîh were lê di seha bazirganiyê de, petrol, berhemên petrolê, zêr, metalên bi qiymet û almas dê karibin îtxal bikin.

Konseya Ewrûpayê di biryara xwe de got ku sedemên givaşa ser Sûriyê rabûne û lewra biryara xwe dane ku têkiliyan bi Şamê re normal bike.

Konseyê ragihand ku di xwe hevdana Sûriyê de, dixwaze destekê bide Şamê.