Yekîtiya Ereban bang li Sûriyeyiyan kir da herin welatê xwe

Yekîtiya Ereban bang li Sûriyeyiyan kir da herin welatê xwe

PeyamaKurd- Yekîtiya Ereb li Beyrûdê zîrwe ya aboriyê çêkir û tê de serokê vê dewrê, serokkomarê Lubnanê Mişel Awn axaftinekî kir û d axaftina xwe bang li Sûriyeyiyan kir da dagerin welatê xwe.

Awn, di heman axaftina xwe de behsa avakirina bankayeka Ereb kir ku bê avakirin. Banka wê bo avakirina ji nû de û bo geşepêdanê be. Awn got ku wê di encamnameya zîrweyê de, behsa pêşniyarên çareseriya multeciyên Sûriyê jî hebe.

Awn, bi rejîma Sûriyê û bi Hîzbûllahê re gelek nêze û du sal berê bo delegasyona Fransayê ku seredana wî kiribûn ragihandibû ku di Sûriyê de herêmên bi ewle hene û multeciyên Sûriyê dikarin li van herêman bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin