Yekîtiya Ewropa ji bo gotûbêjkirina penaberên Afganistanê dicive

Yekîtiya Ewropa ji bo gotûbêjkirina penaberên Afganistanê dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrên Navxwe yên Yekîtiya Ewropayê (YE), ji bo gotûbêjkirina rewşa Afganistanê îro 31ê Tebaxê li Bruksel a paytexta Belçîkayê dicivin.

Li gorî zanyariyan wê di civînê de, bi taybetî li ser rewşa penaberên afganî û metirsiya wan a ser welatên Ewropî gotûbêj bê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku Talîbanê 15ê Tebaxê dest danî ser rêveberiya Afganistanê û Kabûl kontrol kir, bi deh hezaran welatî ji ber Talîbanê direvin û xwe li sînoran dixin.

Li gorî ragihandina Koşka Spî ji 14ê Tebaxê ve zêdetirî 120 hezar afgan ji ser balafirgeha Kabûlê hatine tehlîyekirin ku şeva borî balafirgeh jî radestî Talîbanê hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin