YEyê pakêta cezayan li ser Rûsyayê pejirand

YEyê pakêta cezayan li ser Rûsyayê pejirand

PeyamaKurd - Yekitiya Ewropayê (YE) ji destpêka şerê li Ukraynayê ve mezintirîn pakêta cezayan a li dijî Rûsyayê erê kir, ku 250 kes û sazî li ber ketin, wekî beşek ji hewldanên ji bo zêdekirina zextê li ser Moskovê û kêmkirina hêza wê ya fînansekirina operasyonên xwe yên leşkerî.

YE`yê diyar kir ku armanca van cezayan sînordarkirina çavkaniyên ku Moskov ji bo fînansekirina şer bi kar tîne.

Di heman demê de, YE`yê û Brîtanyayê bi tewana pêkanîna êrişên sîber li dijî welatên Ewropayê, cezayên zêde li ser kes û saziyên ku bi îstîxbarata Rûsyayê ve girêdayî ne birî.

YE`yê da zanîn ku heta ku şer berdewam bike, ceza dê berdewam bikin û berfireh bibin.