PeyamaKurd- Serokerkanê Yûnanistanê Konstantinos Floros berê Tirkiyê tehdîd kiribû û gotibû ‘em neviyên şervanên mezinin’. Niha tehdîdeka nû bo Tirkiye kir û got:
“Kî êrîşê axa Yûnansitanê bike, ewilî em ê wî bişewitînin û paşî binêrin bê ki ye. Ew kesê bi artêşa Yûnan re pev biçe, wê bi bedeleka mezin ji vê derê dagere. Em di şertên weka hev de diyalogê dixwazin. Lê Tirkiyê vêya naxwaze.”
Serokerkanê Yûnanistanê tehdîda yekê li ser xebatên ku Tirkiye di herêmê de dike, gotibû dibe ku bibin sedema qezayekî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin