PeyamaKurd – Yûnanîstan ragihand ku Tirkiye, weke meha Sibatê, ji bo penaber derbasî Ewropa bibin ji nû ve sînorên xwe vekiriye.
Di meha Sibatê de Tirkiye, Deriyê Sînorê Pazarkûle vekiribû û alîkarî dabû penaberan da ku derbasî Ewropa bibin. Piştî vê bûyerê di navbera Yûnanîstan û Tirkiyê de pirsgirêk derketibûn.
Piştî tehdîdên Tirkiyê yê ku ‘’Em ê deriyên sînoran vekin û penaberan bişînin’’ gava ewil di meha Sibatê de hatibû avêtin.
Di wan rojan de, Li gorî Serokê Wezareta Derve yê Tirkiye Sulayman Soylu, di navbera 29ê Sibatê û 3yê Adarê de 130 hezar û 469 penaber ji Tirkiye derbasî Yûnanîstan bûye. Li gorî dewleta Yûnanîstan jî ragihand, 10 hezar penaber hewl dabûn ku ji sînor derbasî Ewropa bibin.
Herî dawî Serokê Derve yê Yûnanîstan Nikos Dendias da zanîn ku Tirkiye, ji nû ve sînor vekiriye û alîkariya penaberan dike ku ji deryayê derbasî heta sînor bibin.
Îro ji aliyê Nûnerê Bilind yê Polîtîkayên Ewleyî û Wezareta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borell û Serokê Wezareta Derve yê Yûnanîstan ve li sînorê Kastanies (Kestanelik) lêkolîn hat kirin. Li gor vê lêkolînê, Tirkiye sînorên xwe ji penaberan re vekiriye û heta digihêjin sînor alîkariya wan dike.
Dendias û Borell ragihandin ku Tirkiye, zerarê dide ewleyî, aşîtî û îstîkrara li Akdenîz. Borell got, ‘’Em ê sînorên derve yê Yekîtiya Ewropa eşkere biparêzin’’
Borell bang li Tirkiyê kir û got, em ji Tirkiyê daxwaz dikin ku ji bo hevkariya berjewendiyên hevpar û îstîkrara heremê danûstendinan bikin.
Di 1ê Tirmehê, piştî seroktiya Almanya ya li Yekîtiya Ewropa destpê bike, Almanya dixwaze reformên nû bike di polîtîkayên penaberan ê Yekîtiya Ewropa de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin