PeyamaKurd – Parêzgerên Iraqê seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin. Bi sedema Ajansa Amerîkayê ya geşepêdanê ya navdewletî USUAID li Hewlêrê konferansekî lidar xistibû, parêzgerê Bexdayê, Wasit û Dîwanê û hinek ji rêvebirên van parêzgehan tevlî konferansê bûn, Barzanî bi wan re hevdîtinekî kir. Li gor ragihandina serokatiya herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de şert û derfetên xizmetê yên parêzgehan, xebatên wan û projeyên wan û heta li ser koordinasyon û hevkariya bi parêzgehên Kurdistanê re hat axaftin.
Xebatên parêzgehên Iraq û Kurdistanê, projeyên wan û astengiyên darayî û îdarî yên li pêşiya wan, mijareka dinê ya hevdîtinê bû.
Barzanî behsa girîngiya desteka sektora taybet kir û got ku divê bo sektora taybet hêsanî bêçêkirin.
Heyeta mêvan jî got ku ew xizmeta sektora taybet ya Kurdistanê serkeftî dibînin û wê jê sûd welbigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin