PeyamaKurd- Ji Baregayê Barzanî bi sedema koça dawî ya pêşmergeyê Şoreşa êlûnê Haci Mihemed Eşkeneyî peyameka taziye hat belavkirin. Di peyama sersaxiyê de weha hat gotin:
“Rêzdar Omer Eşkeneyî! Ji pêşmergeyên Şoreşa Êlûnê me wefata Hacî Mihemed Eşkeneyî bi xemgînî bihîst. Bi sedema vê wefata bi êş û jan, bo malbata we ya milletperwer sersaxiyê dixwazin û em hevparê xema we ne. Xweda rehmeta xwe lê bike, wî bixe bihişta xwe, bo malbat û mirovên wî ji Xwedê sebrê dixwazin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin