PeyamaKurd- Yek ji fermandarên artêşa Îranê yê bi navê Ferhad Dibiriyan li Sûriyê, li bajarê Şamê hat kuştin. Televîzyona Îranê ragihand ku yek ji fermandarê artêşa Îranê yê bi navê Ferhad Dibiriyan, do bi şev li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Dibiriyan li Şamê fermandarê herêma Zeynebiyye bû.
Nehat gotin bê Dibiriyan bi çi awayî hatiye kuştin. Dibiriyan, dema DEAŞê, di sala 2015an de, bajarê dîrokî Tedmurê (Palmira) dagir kir, Dibiriyan fermandarê Tedmurê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin