PDKê rûdanên Kerkûkê sermezar kir û got: Kiryarên sovenîstî…

PDKê rûdanên Kerkûkê sermezar kir û got: Kiryarên sovenîstî…

PeyamaKurd - Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê derbarê wan rûdanên îro yên li gundê Pelkane yê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.

PDKê di daxuyaniya xwe de da xuyakirin, “Hewla guherîna demografiya gundên Kerkûkê dewam dike û parêzgarê li ser Kerkûkê hatiye sepandin û desthilatiya serbazî hewl didin demografiya Kerkûkê biguherin.”

Herwiha di daxuyaniyê de PDKê got, hewl tê dayîn demografiya gundê Pelkane û 16 gundên din bê guherîn û ew wî karî bi tundî şermezar dikin.

PDKê bal kişand ser wê yekê ku kiryarên şovenîstî tesîreke xirab li kultura pêkvejiyanê û aştiyê dikin û ev daxwaz kir:

“Divê aliyên peywendîdar bi berpirsiyarane tevbigerin û rê li ber wî karê şovenîstî bigirin lewre kiryarên bi wî awayî ne yasayî ne û yasayan binpê dikin. Divê dest bi lêpirsînê bikin û serî li dadgehê bidin.”

Hêjayî gotinê ye, îro piştî nîvro (14. 05. 2019) zêdetir ji 20 malbatên ereb yê zêdetir ji 100 kesî pêk dihatin ku dema rejima Beasê ew hatibûn gundên Kerkûkê, bi piştevaniya hêzeke Iraqê çûne ser gundê Pelkane û dest danîn ser çend xaniyên vala.

Pelkane li Kerkûkê gundekî li dorûbera nahiyeya Sergerrane ya ser bi qezaya Dubizê ve ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin