Zaharova: NATO û Amerîka, rê li ber serê nukleerê vedikin!

Zaharova: NATO û Amerîka, rê li ber serê nukleerê vedikin!

PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, polîtîkayên NATO û Amerîkayê yên li hember Rusyayê nirxand û amaje kir ku ew polîtîka dibin sedema rûbirûbûna rasterast a navbera hêzên nukleerî.

Mariya Zaharova, di daxuyaniya xwe de hişyarî da NATO û Amerîkayê û got ku

"Metirsiya herî mezin ew e ku Amerîka û NATO, bi siyasetên xwe yên êrîşkar bi armanca têkbirina stratejîk a Rusyayê di şerê Ukraynayê de xwe bi provokasyonê bidomînin û dê şerê leşkerî kûrtir bibe. Eşkere ye ku siyaseteke wiha ku em wekî bêhiş bi nav dikin, dikare bibe sedema pevçûneke çekdarî ya rasterast navbera hêzên nukleerî.

Lê pirsgirêk ew e ku Rojava bi hîsterya antî-Rusya û şerekî tevhevî yên li dijî welatê me ve mijûl e. Ew vîna ku bi têra xwe pozîsyona me fêhm bike nîşan nade.

Hemû berpirsiyariya xirabkirina rewşê dê li ser milê welatên rojavayî be. Ji aliyê xwe ve em dikarin careke din dubare bikin ku Rusya bi biryar e ku berjewendiyên xwe yên ewlehiyê biparêze û em pêşniyaz nakin ku rojava ji vê yekê bêguman be."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin