Dr. Elî Teter: Mebesta PKKê parastina Kurdistanê bûya, wê Efrîn biparasta!

Dr. Elî Teter: Mebesta PKKê parastina Kurdistanê bûya, wê Efrîn biparasta!

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter derbarê şerê Tirkiye û PKKê yê li ser xaka Herêma Kurdistanê de ragihand, ew şer tenê ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê û heger mebesta PKKê parastina axa Kurdistanê ye, bila Efrîn pasatibûna û bostek axa Bakurê Kurdistanê rizgar bikirina.

Elî Teter di bultena K24ê de axivî û got, hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ne weke hebûna ti hêzeke din a siyasî ye, ji ber ku ew rê nade navçeyên Kurdistanê bêne avadankirin û tenê ziyanê dide xelkê Herêma Kurdistanê.

Teter pirs kir, ‘çima PKK tenê li Başûrê Kurdistanê li dijî Tirkiyê operasyonan dike û li Rojavayê Kurdistanê ti operasyonekê nake? Armanca veguhestina çalakî û serkirdeyên wê ji bo Herêma Kurdistanê çi ye?’

Parêzgarê Duhokê da zanîn, “PKK ti mafên wan ên di warê yasayên navdewletî de li Herêma Kurdistanê nîne. Pirs ev e, gelo PKK dihêle tu hêzên siyasî yên din li herêmên di bin kontrola wan de hebin û ji bo berjewendiyên Kurdan şer bikin?”

Ji bo daxuyaniyên PKKê yên dibêjin ku ew Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê diparêzin jî Parêzgarê Duhokê got: “Başûrê Kurdistanê bi destê Pêşmerge tê parastin, heger gotinên wan rast e, bila bostekê ji xaka Bakurê Kurdistanê biparêzin. Bila Efrîn parastibana”

Teter da zanîn: “PKK li dijî statuya Herêma Kurdistanê ye. Ew rê nadin ku hikûmet navçeyên sînorî avadan bikin.”

Li ser pirsa kî li pişt PKKê heye û kî sûdê jê dibîne jî Parêzgarê Duhokê got: “Çend welatên herêmê sûdê ji hebûna PKKê dibînin. PKK tenê ziyanê dide xelkê Herêma Kurdistanê.”

Parêzgarê Duhokê destnîşan kir ku ew ê hemû hewlan bidin da ku proje û avadankirinê ber bi deverên sînorî ve bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin