PeyamaKurd- Serokdewletê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku piştî hevdîtinên di navbera rayedarên Amerîka û Ukraynayê de yên ji bo bidawîkirina şer, çend reşnivîsên belgeyan ku garantiyên ewlehiyê jî di nav de ne hatine amadekirin.
Zelenskî li ser medyaya civakî diyar kir ku Sekreterê Civata Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî Rustem Umerov û Sererkanê Ukraynayê Andriî Hnatov, piştî hevdîtinên bi heyeta Amerîkayê re raporeke berfireh pêşkêş kirine.
Zelenskî got: "Bi nûnerên Serok Trump re bi awayekî berhemdar xebitîn û heta niha çend belgeyên reşnivîs hatine amadekirin. Di nav van de bi taybetî belgeyên derbarê garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ukraynayê, jinûve avakirin û çarçoveyeke bingehîn a ji bo bidawîkirina şer hene. Armanca me bidawîkirina şer û rêgirtina li ber dagirkeriya sêyem a Rûsyayê ye."