PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, îro roja Înê (27ê Adara 2026an) serdaneke payebilind pêk anî bo Erebistana Siûdî û li bajarê Ciddeyê bi Prensê Tacî Mihemed bin Selman re civiya. Di hevdîtinê de rageşiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn û krîza Ûkraynayê hatin nîqaşkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Siûdiyê (SPA), di civînê de şandeyên qelebalîx û stratejîk cih girtin. Navên endamên şandeya Ûkraynayê wiha ne:
Yek ji mijarên herî baldar ên vê serdanê, hewildanên Ûkraynayê yên ji bo xurtkirina têkiliyên leşkerî yên bi welatên Kendavê re ye. Di demekê de ku êrîşên bi mûşek û dronan ên Îranê li herêmê zêde bûne, tê ragihandin ku Ûkrayna ezmûnên xwe yên parastina asmanî bi welatên Kendavê re parve dike.
Ûkraynaya ku bi salan e li dijî dronên çêkirî yên Îranê (Şahêd) li ser axa xwe şer dike, niha bi Erebistana Siûdî û welatên din ên herêmê re li ser sîstemên parastinê û hevkariya teknolojîk danûstandinan dike.
Erebistana Siûdî wekî navbeynkarekî giring di krîza Ûkrayna û Rûsyayê de tê dîtin. Ev serdana Volodîmîr Zelenskî nîşan dide ku Kîêv dixwaze piştgiriya Riyadê di qadên dîplomatîk, aborî û ewlehiyê de hîn bêtir xurt bike, bi taybetî di vê serdemê de ku her du herêm jî di nav agirê şer de ne.