PeyamaKurd – Şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna dewam dike lê serokê Ûkraynayê Zelenski serokerkan Oleksandr Sırski ji ser kar girt û di şûna wî de Korgeneral Mıhaylo Drapatıy tayin kir.
Sırskiy 2 sal û 5 meh karê serokerkaniyê kir. Ne diyare wê Sirskiy bi temamî dest ji artêşê berde an bernede. Tê gotin ku serokerkanê nû, di karê xwe de serkeftiye, fermandarê ciwan jê hez dikin û lewra wî tercîh kirine.
Li Ûkraynayê xwepêşandanên li dijî serokerkan Sirski hebûn û ji ber stratejiya wî ya leşkerî û baweriyên di derbarê reforman de qebûl nedikirin. Çalakvan xwestibûn ku wî ji ser kar bigrin.
Li Ûkrayna di nav 4 salan de 3 serokerkan guherandin. Bi guherandina vê carê re Zelenskiy dixwaze di nav artêşê de guherîn bike û stratejiya xwe biguhêrê.