PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê takekesî yê Telegramê, li ser rewşa heyî ya şerê navbera Ukrayna û Rusyayê nirxand. Zelenskiy da zanîn ku ew ber bi herêma Luhanskê ve bi pêş dikevin.
Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyamê ragihand ku şerê Rusyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin, ketiye roja 270yî û ragihand ku di rewşa heyî de niha pevçûnên dijwar, li eniya Donetskê hene.
Zelenskiy, di derbarê destkeftiyên hêzên Ukraynayê de jî got ku
“Em bi şerkirinê hêdî hêdî ber bi herêma Luhanskê ve bi pêş dikevin. Ji sibehê ve di eniya rojhilat de nêzîkî 400 bombardûman çêbûn.”
Serokê Ukraynayê da zanîn ku çêkirina rûxandinên binesaziya enerjiyê ya ji ber êrîşên Rusan, dewam dike û di serî de li Kievê, li 15 herêman kêşeyên elektrîkê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin