PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku artêşa Ukraynayê duh 3 warên niştecihî yên li herêma Hersonê car din rizgar kirine. Zelenskiy ragihand ku têkoşîna wan berdewam dike.
Volodimir Zelenskiy, di hesabê xwe yê Telegramê de daxuyaniyeke bi vîdeo belav kir û rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Zelenskiy bi rêya daxuyaniyê got,
“Tenê îro li herêma Hersonê wargehên wekî Novovoskresenske, Novogrigorivka û Petropavlivkayê ji qaşo referandûmên hatibûn kirin, hatin rizgarkirin û car din li deverê hedarî çêbû. Têkoşîn berdewam dike.”
Zelenskiy, di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku dê zivistana îsal gelek bi zehmetî derbas bibe û diyar kir ku wan ji bo endamtiya Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê (OECD) ya ku 38 dewlet di nav de cih digirin de serlêdana xwe kiriye.
Serokê Dewleta Ukraynayê di dewama axaftina xwe de got, “
"Ev, demokrasî ne, aboriya piyaseyê ne, beşeke mezin a potansiyela aborî ya cîhanê li vê derê ne. Ji Awustralyayê heta Japonyayê, ji Amerîkayê heta Koreya Başûr, ji Kanadayê heta Tirkiyeyê. Ew ê Ukrayna jî di bin banê vê formatê de di nav wan de be.
Ez bi awayekî zelal dibêjim, ew ê zivistan zehmet be. Ji bo ku em zivistanê derbas bikin, em gaz û komirê û hemû tiştên pêwîst berhev dikin. Em ji bo amadekariyan dixebitin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin