PeyamaKurd- Li welatê Afrîka li Zîmbabve ji sala 2005an heya niha 81 kesên sûcdar li benda îdama xwe ne lê kes tine ku îdama wan bîne cîh.
Li Zîmbabve bi sedema ku bi awayeka fermî kesên îdamker tine ne, ew 81 kesên ku biryara îdama wan hatiye dayîn, îdama wan tê bipaşdexistin. Îdamkerê herî dawiyê di sala 2006an de hatiye teeqawud kirin û heya niha hukumet kesekî bo wê wezîfê negirtiye kar.
Li ZÎmbabve dema biryara îdamê tê dayîn, îdama kesan bi giştî ben dixin sitûyê wan û wan dadileqînin. Li dora 50 kes seredana bo kadroya îdamkeriyê hatibû kirin lê di nava wan de yekî ku taybetmendiyên wî li gor wî karîbe tinebû.
Li Zîmbabve kesên ku temenê wan di bin 21 salî û di ser 70 salan de be, cezayê îdamê nayê bicîhanîn. Xelkê vî welatî %80 jê dixwaze cezayê îdamê rabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin