Ziyana mezin a êrîşên leşkerî yên DYAyê li Îranê

Ziyana mezin a êrîşên leşkerî yên DYAyê li Îranê

PeyamaKurd - Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Muhaceranî di civîneke rojnamevanî de eşkere kir ku di êrîşên leşkerî yên dawî yên DYA'yê de gihîştine ser 12 pir û 2 tunelan û zerareke mezin li binesaziya welat bûye.

Muhaceranî da zanîn ku Firokexaneya Bûşehrê bi tevahî ji kar ketine û firokeyeke nû ku ji bo xizmeta gel hatibû kirîn hatiye teqandin.

Her wiha li bajarê Çabaharê kuleya çavdêriya deryayî û gelek amûrên deryavanî û masîgiriyê hatine rûxandin.

Agahiyên li ser ziyanên firokexaneyên Îranşehr, Semnan û Bender Ebasê ji bo şopandina paşerojê di qeydan de hatin tomarkirin.

Muhaceranî destnîşan kir ku di encama van êrîşên leşkerî de nêzîkî 230 milyon metrekêp ji kapasîteya berhemhatina gaza xwezayî ya welat hatiye windakirin.

Hate diyarkirin ku ev kêmbûna gazê rasterast bandorê li rafîner û santralên elektrîkê dike û ji ber vê yekê ji bo teserûfa enerjiyê biryarên nû hatin dayîn.